Cara yekem li Stenbolê: Li dibistaneke dewletê dersa kurdî hat dayîn

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Stenbolê, cara yekem di dîroka Tirkiyeyê de, li dibistaneke navîn a dewletê dersên hilbijartî yên zimanê Kurdî (Kurmancî) bi awayekî fermî dest pê kirin. 

Ev pêngava girîng bi hewl û xebatên Komeleya Tevgera Zimanê Kurdî (HEZKURD) li Dibistana Navîn a Sultan Alparslan a li navçeya Esenyurtê pêk hat.

Serokê HEZKURDê Suphî Ozgen, li ser hejmara xwe ya medyaya civakî ev mizgînî ragihand û diyar kir, li Dibistana Navîn a Sultan Alparslan, 75 xwendekaran dersa zimanê Kurdî hilbijartiye.

Ozgen da zanînm ji bo van xwendekaran du pol hatine vekirin û pirtûkên dersê jî ji aliyê Wezareta Perwerdehiyê ya Tirkiyeyê ve hatine şandin, ku ev yek girîngiya fermî ya vê pêngavê nîşan dide.

Suphî Ozgen tekez kir ku ev cara yekem e ku li metropola Stenbolê li dibistaneke dewletê perwerdeya Kurdî dest pê dike û armanca wan ew e ku vê yekê li hemû dibistanên navçeya Esenyurtê û navçeyên din ên Stenbolê belav bikin.

 
 
Fly Erbil Advertisment