Sûdanî spasiya hewlên Serok Barzanî ji bo ji nû ve hinardekirina petrolê dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî îro 27ê Îlonê di pêwendiyên telefonî de bi Serok Mesûd Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Bafil Talabanî re axivî û spasiya hewlên wan yên ji nû ve hinardekirina neftê kir.
Li gorî daxuyaniya Ofîsa Serokwezîrê Iraqê, Sûdanî spasiya helwesta Serok Barzanî, Nêçîrvan Barzanî, Mesrûr Barzanî û Bafil Talabanî kir, ji bo hewlên wan di gihîştina rêkeftina ji nû ve hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê de.
Herwiha di van pêwendiyên telefonî de, tekezî li ser berdewamiya hewlên ku dibin sedema geşedana niştimanî û xizmeta berjewendiyên giştî yên niştimanî bikin, hat kirin.
Hate destnîşankirin ku divê armancên hevbeş ji bo pêşkeftina aborî ya berfireh bên diyarkirin û parastina serweta niştimanî û dabeşkirina dadperwerane ji bo hemû welatiyên Herêma Kurdistanê û Iraqê li seranserî welêt bê misogerkirin.