Rêber Ehmed: Çaksaziyên girîng di awayê dezgehên Wezareta Navxwe de hatine kirin

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezîrê Navxwe yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed di merasîma ragihandina Rêbera Silametiyê de ragihand, “Di kabîneya nehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê çaksaziyên girîng di awayê hemî dezgehên Wezareta Navxweyî de hatine kirin, ji bo ku bi karnameya kabîneyê û nerîna Serokwezîr û xizmetkirina gel û bilindkirina kalitiya xizmetan re bigunce.”
Rêber Ehmed herwesa got, “Di warê karkirin û birêvebirina erkên polîs û birêvebiriyên trafîkê de û berhingarbûna tundûtûjiya li dijî jinan, berhingarbûna krîz û bûyeran, koç û koçberan, birêvebirina kamp û awareyan û hemî hêzên ewlehiya navxweyî pêşketinên baş dîtine.”
Navbirî amaje jî da, “Me bizavên cidî kirine da ku karên dezgehên bergiriya şaristanî li kêleka bingehên navneteweyî yên bingehên karkirinê bên bilindkirin û bi awayekî jêhatî û alavên nûjen şiyanên wan bên zêdekirin, da ku bikarin welatiyan û dezgehên Kurdistanê ji karesatên xwezayî û encamên wan biparêzin.”
Wezîrê Navxwe ron jî kir, “Bingehên sereke yên erkê bergiriya şaristanî pêşîlêgirtina karesatan, amadekarî ji bo rûbirûbûnê, bersivdayîna karesat û krîzan û hevahengî û alîkariya xelkî ji bo jiyanê û rabûnê ne.”
Rêber Ehmed hwerwesa ragihand, “Ji bo amadekariyên van karan û di bin rênimayî û fermana Serokwezîr Mesrûr Barzanî de, asta birêvebirinê ya bergiriya şaristanî ji bo Rêveberiya Giştî hatiye bilindkirin û ji dezgehên polîsan hatine cudakirin.”
Navbirî herwesa got, “Li roja 05.01.2021ê, me fermaneke wezaretê ji bo avakirina komîteyeke bilind derxist, da ku rêber û kodên silametiyê amade bike û binivîse da ku jêrxaneya Kurdistanê bi mukomî bê avakirin. Lewma îro, piştî çar salan, ji bo cara yekê Herêma Kurdistanê dibe xwediya kod û standardên xwe yên taybet di warê silametiyê de.”
Wezîrê Navxwe eşkere jî kir, "Bicîhanîna Rêbera Silametiyê dê biyavê karesatên mezin kêm bike. Bi piştgiriya Serokwezîr Mesrûr Barzanî, baştirîn celebên timbêl û amûrên agirvemirandinê bi qebareyên biçûn û mezin li ber destê tîmên bergiriya şaristanî ne.”
Rêber Ehmed tekez jî kir, “Kontrolkirin û rizgarkirina canê xelkî bûye navenda baldariya welatiyên me û bajarên din ên Iraqê. Me girîngiyeke zêde bi mijara perwerdekirin û amadekieina karmendên bergiriya şaristanî daye, di çarçoveya Peymangeha Bergiriya Şaristanî û Akademiya Serkirdetî û û Birêveberinê ya girêdayî Wezareta Navxwe de.”
Navbirî herwesa got, “Şîyanên tîmên bergiriya şaristanî ya Kurdistanê di bûyerên cuda cuda yên şewat û lehiyan de li Kurdistanê sal bi sal xurttir dibin û di pêşerojeke nêzîk de em dê bibînin ku, teknolojiya û dronên pêşkeftî di vemirandina agirî de li Kurdistanê dê bên xebitandin.”