Serok Barzanî û Semerayî hilbijartinên bê yên Encûmena Nûneran a Iraqê gotûbêj kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî, îro 28ê Îlonê pêşwazî li Serokê Hevpeymaniya Ezim a Iraqê Musena Samerayî kir.

Bargeha Barzanî daxuyaniyek belav kir û tê de ragihand, di hevdîtina navbera Serok Barzanî û Musena Samerayî de, rewşa giştî ya Iraq û herêmê û hilbijartinên bê yên Encûmena Nûneran a Iraqê hatine gotûbêjkirin.

Li gorî daxuyaniyê, mijareke din a civînê, pêwendî û hevahengiya di navbera aliyên siyasî yên Iraqê de bû.

 

 
Fly Erbil Advertisment