Mesrûr Barzanî: Kurdistan nîştimanê ol û baweriyên cuda ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 30ê Îlonê, pêşwazî li şandeke Dêra Ortodoks a Rûsî bi serokatiya Metran Antonî, berpirsê pêwendiyên derve yên dêrê kir.

Di hevdîtinê de, ku Konsulê Giştî yê Rûsyayê li Herêma Kurdistanê Maxim Rubin jî amade bû, tekezî li ser pêşxistina çanda pêkvejiyana aştîyane û lihevhatina di navbera pêkhateyên olî de hat kirin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî amaje bi wê yekê kir ku Kurdistan nîştimanê ol û baweriyên cuda ye û got: "Em her dem ji bo kûrkirin û bihêzkirina çanda pêkvejiyanê û bingehên aştî û biratiyê di navbera pêkhateyên cuda de kar dikin."

Ji aliyê xwe ve, şanda Dêra Ortodoks a Rûsî kêfxweşiya xwe bi serdana Herêma Kurdistanê nîşan da û diyar kir ku cihê bexteweriyê ye ku li Kurdistanê hemû ol û pêkhate bi aştî û aramî dijîn û mafên wan parastî ne.

 

 
Fly Erbil Advertisment