HSDê li Dêrazorê du êrişên DAIŞê têk birin û serçeteyek girt

Navenda Nûçeyan (K24) – Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand, hêzên wan li gundewarê Dêrazorê du êrişên cuda yên şaneyên DAIŞê têk birine.
Li gorî daxuyaniya HSDê, li bajarokê Dernic ê rojhilatê Dêrazorê, hêzên Meclisa Leşkerî ya Hecînê bersiva êrişeke şaneyeke DAIŞê dane. Di encama pevçûnan de, serçeteyê şaneyê piştî ku birîndar bû, hat girtin. HSDê da zanîn, di heman pevçûnê de şervanekî wan canê xwe jidest daye û du şervanên din jî birîndar bûne.
Di bûyereke din de li bajarokê Ebrîha, şaneyeke din a DAIŞê bi motorsîklet û çekên Klaşînkovê hewl daye êrişî bendeke ewlehiyê bike. Di daxuyaniyê de hat gotin: "Şervanên me bersiv da û êriş têk bir. Endamên terorîst, piştî ku yek ji wan birîndar bû, paşve vekişîn."
HSDê herwiha diyar kir, piştî têkbirina êrişa li Ebrîhayê, hêzên wan ji bo misogerkirina ewlehî û aramiya herêmê dest bi operasyoneke paqijkirinê kirine.