7emîn Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan li Silêmaniyê tê vekirin

Navenda Nûçeyan (K24) – 7emîn Pêşangeha Pirtûkan a Navdewletî ya Silêmaniyê, di navbera rojên 3 û 13ê Cotmehê de bi beşdariya 150 dezgehên çap û weşanê yên navxweyî û biyanî tê vekirin.

Rêkxerê Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan li Silêmaniyê Hesen Rehîm, ji K24ê re ragihand, pêşangeha îsal dê ji salên borî cuda be. Rehîm got: "Ev cudahî hem di warê birêxistinkirina pêşangehê de, hem di hejmar û corê beşdaran de û hem jî di naveroka pirtûkan de dê xuya bibe."

Rêkxerê pêşangehê herwiha diyar kir: "Îsal 150 dezgehên çap û weşanê bi pêşkeşkirina bi milyonan pirtûk û bi sed hezaran sernavên bi zimanên cuda beşdar dibin. Ji van, 70 dezgeh ji 16 welatên cuda yên cîhanê ne."

Derbarê hêsankariyan de, Hesen Rehîm da zanîn ku nêzîkî 40 otobus ji bo çûnûhatina welatiyan ji nav bajêr bo cihê pêşangehê hatine terxankirin.

Pêşangeh dê roja Înê, 3ê Mijdarê, saet 10:00ê sibê bi amadebûna berpirs û mêvanên fermî were vekirin. Ji heman rojê saet 14:00 (2yê piştî nîvro) pê ve jî dê deriyên wê ji bo welatiyan vekirî bin.

Pêşangeh dê heta 13ê Mijdarê berdewam bike û dê rojane ji saet 10:00ê sibê heta 20:00 (8ê êvarê) li pêşiya serdaneran vekirî be.

 
Fly Erbil Advertisment