Pareke rêya dualî ya Maweranê li demeke nêzîk tê vekirin

Navenda Nûçeyan (K24) - Projeya rêya dualî ya Maweranê %35 hatiye temamkirin û aliyekî wê di demeke nêzîk de tê vekirin. Herwesa tê payîn ku, ew proje berî dema xwe ya diyarkirî ku 2027ê ye biqede.

Birêvebirê Projeyê Helgurd Welî ji Kurdistan24ê re ragihand, “Ev proje projeya temamkirina rêya Korê-Şeqlawa-Qendîlê ye, bi gojimê 90 milyar dînaran ji hêla şîrketa ‘North Light’ê ve tê bicîhanîn. Herwesa got, “Îro roja dawiyê ya xebata li ser aliyê rastê yê wê projeyê bû, ku wekî demeke pîvankî ji bo temamkirina wê tê hesibandin.”

Helgurd Welî amaje jî da, “Dema temamkirina vê projeyê du sal in, lê bi piştrastî ve ev proje dê berî jivanê xwe biqede û aliyekî wê heta dawiyê hatiye qîrkirin û aliyê din jî heta texa berî qîrkirinê hatiye temamkirin û tenê qîrkirina wê maye.”

Navbirî herwesa ragihand, “Em dê sibê dest bi qonaxa temamkirina her du tunelên Maweran û Mîrawayê bikin, ku parên elektromekanîkî ne û agirkujî, ronahî û guhertina bayî vedigire.” Herwesa got, “Ev proje li gorî standardên navneteweyî tê bicîhanîn.”

Birêvebirê Projeyê ron jî kir, “Mimkin e aliyekî vê projeyê bê vekirin, lê bi şertê ku bi hevahengî bi qayimqamî û birêvebiriya trafîkê re bê kirin, da ku ewlehiya welatiyan bê misogerkirin.”

Helgurd Welî eşkere jî kir, “Bi armanca ku ev rê bibe rêyeke bilez ya ewle, em niha mijûlî rûpîvî û plandananê ne, da ku cihên zivirînên (U-turn) li ser rêya Basirmeyê heta Spîlk û Xelîfanê dabixin. Ew hemî dê bibin pirên zivirînê, da ku ew rê bi tevahî ewle bibe û hema piştî wê rûpîvanê, dest bi bicîhanîna wê tê kirin.”

 
Fly Erbil Advertisment