Li Dihokê “Helmeta Paqijiyê” berdewam e û rêkarên nû tên cîbicîkirin

Dihok (K24) – Li parêzgeha Dihokê, di çarçoveya helmeteke berfireh a paqijkirina jîngehê de, Rêveberiya Trafîkê rêkarên tund li dijî kesên ku bermayî û zibil ji otomobîlên xwe diavêjin, ragihand. Li gorî biryara nû, cezayê vê serpêçiyê ji milyonekê heta sê milyon dînaran dirêj dibe.

Ev zêdetirî hefteyekê ye ku bi hemahengiya aliyên pêwendîdar, kampanyayeke mezin a paqijkirin û rakirina bermayiyan li navenda bajarê Dihokê û derdora wê berdewam e. Di vê demê de, zêdetirî 4 hezar ton zibil hatiye komkirin û rakirin.

Ji bo piştgiriya vê pêngavê û parastina paqijiya bajêr, Rêveberiya Trafîka Dihokê çavdêriya xwe li ser şoferan zêde kiriye. Şivan Îhsan, Efser li Rêveberiya Trafîka Dihokê, ji K24ê re got: "Her şofêrek ku ji otomobîla xwe zibil biavêje, dê li gorî yasayê were cezakirin." 

Herwiha Efser Şivan Îhsan daxwaz ji welatiyan kir ku hevkariyê bikin û di bûyereke wiha de bi rêya vîdyoyekê û ji wan re bişînin, ji bo ew dûvçûnê li ser bikin. 

Ji aliyê xwe ve, Berpirsê Beşa Rêveberiya Giştî ya Şaredariyên Parêzgeha Dihokê Diyar Sadiq tekez kir, planeke baştir ji bo komkirina bermayiyan hatiye danîn û dê bi rêya kamerayên çavdêriyê kesên ku jîngehê pîs dikin, werin tespîtkirin û cezakirin.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê mehane 2 milyar dînaran ji bo paqijkirina parêzgeha Dihokê terxan kiriye û çar kompanyayên taybet rojane nêzîkî 500 ton bermayiyan kom dikin. Armanca sereke ya vê helmetê ew e ku Dihok bibe paqijtirîn bajar li ser asta Herêma Kurdistan û Iraqê û rûyekî şaristanî pêşkêşî geştiyar û welatiyan bike.

 

 

Fly Erbil Advertisment