Parêzerên Diyarbekirê daxwaza rawestandina vederkirina li ser Ocalan dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Sendîkaya Parêzerên Diyarbekirê ragihand ku, hemî alî li Tirkiyeyê dixwazin aştiya civakî û dadperwerî zêdetir bên xurtkirin. Tekez jî dike ku, ew siyaseta vederkirinê ya ku li girtîgehan tê bicîhanîn li ser her hêviyeke aştiyê li wî welatî gef e.

Sendîkaya Parêzerên Diyarbekirê îro (Sêşem, 30ê Îlona 2025ê) li ser pêvajoya aştiyê û rewşa girtiyên Bakurê Kurdistanê konferanseke rojnamevanî li dar xist.

Seroka Desteya Girtîgehan a Sendîkaya Diyarbekirê Reyhan Gök ragihand, “Hemî gel û pêkhate li Tirkiyeyê daxwazên xwe ji bo zêdetir xurtkirina aştiya civakî, çespandina dadperweriyê û pêkanîna çareseriyên demokratîk bilind dikin. Lê ew siyaseta zilm û vederkirinê xasma li girtîgehan tê bicîhanîn, rasterast li ser her hêviyeke aştiya civakî gef e.”

Reyhan Gök amaje jî da, “Pir girîng e ku pêngavên bilez û cidî ji bo wê pêvajoyê bên avêtin, di nav de jî divê ew vederkirina ku li ser Abdullah Ocalan hatiye ferzkirin bê şert û merc bê rakirin û tevlî diyalog û danûstandinên li ser pêvajoya aştiyê û çareseriyê bibe.”

Seroka Desteya Girtîgehan a Sendîkaya Diyarbekirê tekez jî kir ku, divê girtiyên nexweş tavilê bên berdan.

 
 
Fly Erbil Advertisment