Lihevhatin ligel malbata yek ji kuştiyên bûyera benzînxaneya Hewlêrê hat kirin

Navenda Nûçeyan (K24) - Lihevhatina eşîrî di navbera du malbatan de hat kirin, ku berî demekê du ciwanên Ereb li benzînxaneyeke Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê bi destê ciwanekî Kurd hatin kuştin.

Nûnerê Serok Barzanî ji peyamnêrê Kurdistan24ê Şivan Cebarî re ragihand, “Ev du meh in ku komîte li ser pêşniyara Serok Barzanî ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê hatiye çêkirin. Ji bo ku ew pirsgirêk mezintir nebe, her du lihevhatin duhî û îro hatin kirin.”

Nûnerê Wezareta Navxweyî ya Herêma Kurdistanê jî ji aliyê xwe ve ji Kurdistan24ê re got, “Lihevhatina eşîrî ya îro bi 125 milyon dînaran hat kirin û tawanbar jî dê li gorî qanûnê bê cezakirin, herwesa me bi hemî awayan rê li wê yekê girt ku ew pirsgirêk bibe pirsgirêkek neteweyî û zêdetir mezintir bibe.”

Nûnerê yek ji wan eşîrên ku ew lihevhatin pêk anî jî ji peyamnêrê Kurdistan24ê re got, "Herêma Kurdistanê ji bo hemî welatiyan bûye penagehek û hembêza xwe ji her kesî re vekiriye.”

Li êvara 6ê Tebaxa 2025ê, li bajarê Hewlêrê di navbera karmendên benzînxaneyekê û bikirekî wan de nîqaşek çê bû. Di encama wê nîqaşê de, yek ji karmendên wê benzînxaneyê bi Kalaşnîkovê gule berdan du bikirên xwe kir û herdu kuştin. Welatiyekî din jî ku nêzîkî bûyerê bû jî keft ber gulebaranê û ew jî hat kuştin.

 
Fly Erbil Advertisment