Kurdistan24ê naveroka civîna PDK û YNKê eşkere kir

Navenda Nûçeyan (K24) - Civîna îro ya di navbera şandên payebilind ên PDK û YNKê de erênî bû, ku tê de behsa pêkanîna kabîneya dehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hilbijartinên bên ên Encûmena Nûnerên Iraqê hat kirin.

Civîna Lûtkeya herdu şandên payebilind ên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) bi serpereştiya Serok Mesûd Barzanî piştî nîvroya îro (Sêşem, 30ê Îlona 2025ê) li Hewlêrê hat lidarxistin.

Çavkaniyekê ji Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) îro (Sêşem, 30ê Îlona 2025ê) ji Kurdistan24ê re ragihand, "Di navbera PDK û YNKê de nêzîkbûneke baş heye, bi taybetî di mijara avakirina hikûmetê de.”

Wê çavkaniyê herwesa got, “Wekî pêngava yekê, Parlamentoya Herêma Kurdistanê dê di van herdu hefteyên bê de dest bi kar û çalakiyên xwe bike û di dû re pêngavên pêkanîna hikûmetê dê bên temamkirin.”

Çavkaniyekê ji Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) jî amaje da, "Di wê civînê de li ser avakirina hikûmetê û parvekirina postan nîqaş hatine kirin. Civîn erênî bû û biryar e çend civînên din jî di navbera her du aliyan de bên kirin."

Ji aliyê PDKê ve Cîgirên Serokê PDKê Nêçîrvan Barzanî û Mesrûr Barzanî, ji aliyê YNKê ve jî Serokê YNKê Bafil Talebanî û Berpirsê Mekteba Sekreteriya Mam Celal Qubad Talebanî û hejmareke endamên polîtburoyên herdu partiyan tevlî wê civînê bûn.

 
Fly Erbil Advertisment