Encûmena Wezîran dicive û sê mijaran gotûbêj dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê bi serperiştiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî civîna xwe ya asayî lidar dixe. Li gorî rojeva civînê, dê sê mijarên girîng ên têkildarî rewşa darayî, yasayan û ewlehiya giştî bên nirxandin.
Mijara yekem a civînê, gotûbêjkirina rewşa nû ya darayî ya Herêma Kurdistanê û xerciyan e, piştî ku rêkeftina sêalî ya li ser hinardekirina petrola Herêmê ketiye meriyetê. Di heman çarçoveyê de, dê mijara polenkirina dahatên ne-petrolî û diyarkirina para xezîneya federalî were gotûbêjkirin. Ev mijar dê ji aliyê Wezîrê Darayî û Aboriyê û şanda danûstandinkar ve were pêşkêşkirin.
Di mijara duyem de, dê biryara hilweşandina biryareke Encûmena Aborî ya Herêma Kurdistanê ya sala 2020an were gengeşekirin. Sedema hilweşandinê ew e ku bendên wê biryarê bi "Yasaya nû ya Firotin û Kirêdana Milk û Malên Dewletê hejmar (1) a sala 2021ê" re nagunce. Ev mijar dê ji aliyê Wezîrê Dadê û Serokê Dîwana Civata Wezîran ve were pêşkêşkirin.
Mijara sêyem jî, pesendkirina projeya "Rêbera Ewlehiyê" ye ku ji aliyê Wezareta Navxwe ve hatiye amadekirin. Armanca projeyê parastina can û malê welatiyên Herêma Kurdistanê ye. Di civînê de herwiha dê desthilat ji Wezîrê Navxwe re were dayîn ku ji bo hêsankirina cîbicîkirina vê projeyê rênimayiyên pêwîst derbixe. Ev mijar dê ji aliyê Wezîrê Navxwe ve were pêşkêşkirin.