Karasû: Qanûna ku Ocalan li xwe negire, bê wate ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Endamê Konseya Rêveber a KCKê Mustafa Karasû ragihand, nêzîkatiya li hemberî Rêberê PKKê Abdullah Ocalan pîvana sereke ya pêvajoya çareseriyê ye û hikûmeta AK Partiyê bi nêzîkatiyeke "bêbawerî" tawanbar kir. Karasû herwiha tekez kir, bêyî guhertinên yasayî yên bingehîn, ti qanûneke "derbasbûnê" dê pirsgirêkê çareser neke.
Karasû di hevpeyvîneke xwe de got, Ocalan ne kesekî ji rêzê ye û nabe bi nêzîkatiyeke asayî li wî bê nihêrîn. Herwiha diyar kir ku ji bo pêşxistina pêvajoyê, divê şert û mercên Ocalan ên kar û tevgerê yên azad hebin û eger dewlet bi rastî dixwaze pirsa Kurd çareser bike, divê nêzîkatiya xwe ya li hemberî wî bi temamî biguherîne.
Karasû da zanîn, Ocalan bi xwe jî ji nêzîkatiya heyî ne razî ye û got: "Hikûmet nêzîkatiyeke cihê baweriyê nîşan nade."
Derbarê mijara vegera çekdaran de, Karasû hişyarî da ku bi "Qanûna Têkoşîna li dijî Terorê" ya heyî, her kesê ku vegere dê demeke kurt şûnde bikeve girtîgehê. Ji ber vê yekê, wî got ku pêşniyarên ji bo "qanûnên derbasbûnê" ne bes in û dubare kir ku pêwîstî bi "qanûnên civaka demokratîk" û "qanûnên azadiyê" heye, weke ku Ocalan destnîşan kiriye. Li gorî wî, qanûneke ku Ocalan li xwe negire û zemîna siyaseta demokratîk misoger neke, dê bêwate be.
Karasû herwiha daxuyaniya Nûman Kurtulmuş a ku gotibû "hevdîtina bi Ocalan re ne di rojeva me de ye" bi tundî rexne kir û pirsî: "Gelo aliyên vê yekê nînin? Ma Kurd ne aliyek in?" Wî bal kişand ser "hesasiyetên Kurdan" û got ku civaka Kurd li bendê ye ku komîsyonên fermî rasterast bi Ocalan re hevdîtinê bikin, û ev yek ji bo pêbaweriya pêvajoyê mijareke bingehîn e.