HSDê li Dêrazorê operasyonek kir: Şaneyeke DAIŞê hat girtin

Navenda Nûçeyan (K24) – Navenda Ragihandinê ya HSDê ragihand, di operasyoneke li gundewarê rojhilatê Dêrazorê de, şaneyeke DAIŞê ya ji sê kesan pêk dihat, hatiye girtin. 

Li gorî daxuyaniya ku ji aliyê Navenda Ragihandinê ya HSDê ve hatiye belavkirin, operasyon li gundê Tigêhî yê rojhilatê Dêrazorê pêk hatiye.

Di daxuyaniyê de hat gotin: "Hêzên me tevgera şaneya çeteyan şopand, cihê lê dimînin dorpêç kir û bêyî ku tu windahiyan bidin endamên şaneyê girtin.”

HSDê da zanîn ku endamên şaneya girtî, amadekariyên êrişan li dijî ewlehî û aramiya herêmê dikirin. Hat destnîşankirin ku di operasyonê de hinek çek û belgeyên girêdayî çeteyan jî hatine desteserkirin.

 
 
Fly Erbil Advertisment