Navenda Beyanê li Bokanê zarok û mezinan fêrî zimanê Kurdî dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajarê Bokanê ya Rojhilatê Kurdistanê, xuleke din a fêrkirina xwendin û nivîsandina zimanê Kurdî li "Navenda Çandî û Fêrkirinê ya Beyanê" bi ezmûneke giştî bi dawî bû. Mamosta û xwendekarên beşdar tekez dikin ku fêrbûna zimanê dayikê ji bo parastina nasnameya neteweyî erkekî bingehîn e.
Navenda Beyanê, ku ev heşt sal in li Bokan û gelek bajar û gundên din ên Rojhilatê Kurdistanê çalak e, valahiya ku ji ber nebûna perwerdeya bi zimanê Kurdî di sîstema fermî ya Îranê de çêbûye, tije dike.
Mamostayê navendê Nasir Nasrî diyar kir, armanca wan a sereke parastina ziman e û got: "Riya herî misoger a parastina ziman, xwendin û nivîsandin e. Eger em bikaribin bi zimanê xwe bixwînin û binivîsin, em dikarin wî ji mirinê rizgar bikin."
Navend xuleyên cihêreng li dar dixe, di nav de fêrkirina tîpên Aramî û Latînî, rêziman, û polên taybet ji bo zarokên ji 9 salî mezintir.
Xwendekarên ku ji her temenî beşdarî van xuleyan dibin, fêrbûna zimanê xwe weke erkekî neteweyî dibînin. Rozîn Yûsifî, yek ji fêrxwazan, dibêje: "Ji bo ku em neteweya xwe zindî ragirin, divê em zimanê xwe biparêzin. Ev erk li ser milê her takekesê me ye."
Herwiha fêrxwazekî din ê bi navê Mistefa Fethûlapûr destnîşan dike ku ew beşdarbûna di van xuleyan de bi bexteweriyeke mezin dibîne û dibêje: "Erkê her Kurdekî ye ku beşdarî van xuleyan bibe."
Ev hewldanên sivîl û dilxwazî nîşan didin ku gelê Kurd li Rojhilatê Kurdistanê bi israr û hezkirineke mezin xwedî li ziman û çanda xwe derdikeve.