Kesûkarên şehîd û Enfalkiriyên Kurdistanê wekî yên Iraqê gelek serpişkiyan werdigirin

Navenda Nûçeyan (K24) - Cîgirê Serokê Encûmena Nûnerên Iraqê amaje da ku, kesûkarên şehîd û Enfalkiriyên deverên derveyî Herêma Kurdistanê dê wekî yên şehîdên Iraqê feydeyî werbigirin û dê gelek serpişkî hebin.

Cîgirê Serokê Encûmena Nûnerên Îraqê Şaxewan Ebdila îro (Çarşem, 1ê Cotmeha 2025ê) ragihand, “Ez pîrozbahiyê li kesûkarên şehîd û Enfalkiriyên Kerkûkê û hemî deverên din ên li derveyî Herêma Kurdistanê dikim, ji ber guhertinên Qanûna Şehîdan bi awayekî ku kesûkarên şehîd û Enfalkiriyên deverên li derveyî Herêma Kurdistanê ji mafên ku ji şehîdên Iraqê re hatine dayîn feydeyî werbigirin.”

Li gorî guhertina wê qanûnê, hemî kesûkarên şehîd û Enfalkiriyan dê ji dirêjkirina dema xizmetê, lêborîna ji bacê û mafê rûniştina belaş li derveyî welatî ji bo xwendina PhDyê, û herwesa dana serpişkiyê ji bo liberçavwergirtina dozên nexweşan ji hêla komîteyên tenduristiyê ve û şandina wan ji bo derveyî welatî û hejmareke serpişkiyên din feydeyî werbigirin.

 

 
Fly Erbil Advertisment