Mesrûr Barzanî: Armanca me pêşxistina kalitiya xwendinê li Herêma Kurdistanê ye

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Borda Emîndarên Desteya Bawerîdanê bi Dezgeh û Bernameyên Perwerde û Xwendina Bilind li Herêma Kurdistanê amaje da ku, armanca wê desteyê pêşxistin û baştirkirina pîver, standard û kalitiya xwendinê li Herêma Kurdistanê ye. Herwesa girîngiya xurtkirina hevahengî û hevkariyên bi wezaretên têkildar, rêxistin û ajansên girêdayî vî warî jî tekez kir.
Borda Emîndarên Desteya Bawerîdanê bi Dezgeh û Bernameyên Perwerde û Xwendina Bilind li Herêma Kurdistanê îro (Çarşem, 1ê Cotmeha 2025ê) bi serperiştiya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û serokê wê bordê Mesrûr Barzanî civiya.
Li gorî ragihandina malpera Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî û Cîgirê Serokê Desteya Bawerîdanê bi Dezgeh û Bernameyên Perwerde û Xwendina Bilind li Herêma Kurdistanê jî tevlî wê civînê bûn. Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û serokê wê bordê amaje da ku, armanca wê desteyê pêşxistin û baştirkirina pîver, standard û kalitiya xwendinê li Herêma Kurdistanê ye.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî girîngiya xurtkirina hevahengî û hevkariyên bi wezaretên têkildar, rêxistin û ajansên girêdayî vî warî jî tekez kir. Herwesa spasiya Desteya Emnîdaran jî kir, ji ber bizav û xebata wan a di vî warî de.
Di wê ragehandinê de amaje bi wê yekê jî hat kirin ku, piştî nîqaşkirin û lihevguhertina dîtin û nerînan li ser wê civînê, çend biryarên pêdivî hatin dayîn, di nav wan de; Pejirandina pîvanên perwerde û xwendina bilind, rêberên pêşkêşkirina baweriyê bi dezgehên akademîk û sîstema rêzbendiya wan dezgehan li Herêma Kurdistanê li gorî pîvanên pêşkêşkirina baweriyê.
Herwesa biryar hat dayîn ku, zanîngehên Katolîk ên Hewlêrê, Zanîngeha Soranê, Zanîngeha Newrozê, Zanîngeha Germiyanê û Zanîngeha Polîteknîk a Silêmaniyê bibin parek ji projeya ezmûnkarî ya pêşkêşkirina baweriyê.


