Mesrûr Barzanî: Hejmara Min pêvajoya parvekirina mûçeyan hêsantir kiriye

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di derheqa projeya Hejmara Min de got ku, wê projeyê belavkirina mûçeyan hêsantir û xerckirina wan jî nileztir kiriye, herwesa zelalî û şefafiyet di dabînkirina mûçeyên hikûmetê de jî zêdetir kiriye.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro (Çarşem, 1ê Cotmeha 2025ê) di derheqa projeya Hejmara Min de peyamek weşand.

Di wê peyamê de hatiye gotin, "Ez kêfxweş im ku dibînim zêdetirî nîv milyon fermanber û xanenişînên Hikûmeta Herêma Kurdistanê niha mûçeyên xwe bi awayekî dîjîtalî bi rêya wan bankên ku tevlî projeya Hejmara Min bûne werdigirin.”

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê got, “Ji piştî ragihandina Projeya Hejmara Min a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji sala 2023ê heta niha, hejmara wan kesên ku hesabên bankê li Kurdistanê hene ji kêmtirî 5% bo zêdetirî 15% zêde bûye.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî amaje jî da, “Wê projeyê bankên xwe teşwîq kiriye ku, xizmetên kitekesî berfireh bikin, şax û torên ATMan zêde bikin û xizmeta bikiran baştir bikin. Herwesa peredanan li bankên tevlîbûyî jî berdewam zêde dibe, ku di encamê de deynên kitekesî û bazirganî dide.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê her di derheqa wê projeyê de got, “Heta niha zêdetirî 3 milyar dolaran mûçeyên mûçexurên Herêma Kurdistanê bi rêya bankên tevlîbûyî hatine dayîn, ev yek jî derfetên karî yên nû di sektora xizmetên darayî de peyda kirine û rê ji bo çêbûna baweriya bankan xweş kiriye.”

Mesrûr Barzanî herwesa tekez li ser wê yekê jî kir ku, bidestxistina baweriya girêdayî bankan ji bo pêşkeftina aborî, şîrketên biçûk û navincî û yên ji nû ve dest pê kirî pir girîng e.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di derheqa belavkirina mûçeyan bi rêya vê projeyê de jî ron kir ku, projeya Hejmara Min pêvajoya belavkirina mûçeyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê hêsantir û xerckirina wan jî bileztir kiriye, herwesa zelalî û şefafiyet di dabînkirina mûçeyên hikûmetê de jî zêdetir kiriye.

Mesrûr Barzanî di derheqa plana Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo salên pêş de jî got ku, hikûmet dê heta dawiya sala 2028ê xizmetên girêdayî bankê li seranserî Herêma Kurdistanê ji bo zêdetir 50% bilind bike.

Di dawiya peyama Serokwezîrê Herêma Kurdistanê de jî hatiye, "Ev pêngaveke girîng e, lê gelek karên din jî li pêşiya me ne. Em dê berdewam bixebitin, da ku xelk ji xizmetên girêdayî bankan ên ewle û serdem feydeyî werbigirin, ku ev jî parek ji karnameya kabîneya nehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye."

 
 
Fly Erbil Advertisment