Herêma Kurdistanê bo Iraqê: Divê pirsgirêka dahatên negirêdayî petrolê jî bê çareserkirin

Navenda Nûçeyan (K24) - Encûmena Wezîrên Herêma Kurdistanê tekezê li ser lihevkirina hevpar ligel hikûmeta federal ji bo dahatên negirêdayî petrolê dike. Herwesa daxwazê jî dike ku, çi astengî û berbestekê ji bo pirsgirêka mûçeyan neke hincet.

Encûmena Wezîrên Herêma Kurdistanê îro (Çarşem, 1ê Cotmeha 2025ê) bi serperiştiya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û amadebûna Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî civiya.

Li gorî ragihandina Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di wê civînê de amaje bi wê yekê hat dayîn ku piştî lihevkirina sêalî ya hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê, rewşeke darayî ya nû ligel hikûmeta federal hatiye pêş ku pêdivîtiya wê bi şopandin û xwerêkxistinê heye.

Encûmena Wezîrên Herêma Kurdistanê piştevaniya xwe ji bo berdewambûna li ser bicîhanîna peymana hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê tekez kir.

Encûmena navbirî hêvî jî kir ku, hikûmeta federal li ser bicîhanîna pabendiya xerckirina mûçe û mafên Herêma Kurdistanê ji bo meha Tebaxê ya îsal û mehên din jî berdewam be, wekî deverên din ên Iraqê.

Li ser mijara para xezîneya federal jî, zêdebarî tekezkirina pabendiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi hevparkirina Wezareta Darayî ya Federal bi dahatên negirêdayî petrolê, tekez li ser helwesta xwe ya xwespartina wan herdu madeyan diyar kir, ên ku bi eşkere para xezîneya federalî ji dahata negirêdayî petrolê diyar kiriye.

Encûmena Wezîran herwesa daxwaz ji hikûmeta federal jî kir ku, şandên danûstandinan ên herdu hikûmetan civînên xwe di bin çavdêriya komîteya wezîran a ku ji hêla Encûmena Wezîran a Federal ve hatiye avakirin de bidomîne da ku wekî pirsgirêka petrolê bigihîjin lihevkirneke hevpar ji bo çareserkirina pirsgirêka dahatên negirêdayî petrolê di zûtirîn dem de û êdî çi hincet û berbestek ji bo pirsgirêka mûçeyan neyê çêkirin.

Para duyê ya wê civînê li ser pêşniyara Wezareta Dadê bû ji bo betalkirina biryareke berê ya Encûmena Aborî ya Herêma Kurdistanê, ji ber ku bendên wê bi qanûna nû ya firotin û kirêkirina milkên dewletê ya hejmar 1 a sala 2021ê re nagunce.

Piştî nîqaşê, Encûmena Wezîran li ser betalkirinê deng da.

Di para sêyê ya wê civînê de, raportek li ser Rêbera Silametiyê hat pêkêşkirin, ku armanca wê rêberê parastina can û milkê welatiyên Herêma Kurdistanê ye û ji hêla Wezareta Navxwe ve hatiye amadekirin.

 
 
 
Fly Erbil Advertisment