Pirtûka Panoramaya Referandûma Serxwebûna Kurdistanê hat weşandin

Navenda Nûçeyan (K24) - Panoramaya Referandûma Serxwebûna Kurdistanê Îlona 2017ê sernavê pirtûka herî nû ya Desteya Ensîklopediyaya Partiya Demokrat a Kurdistanê ye, ku ji du paran û paşko û perawêzan pêk hatiye.

Para yekê ya pirtûka Panoramaya Referandûma Serxwebûna Kurdistanê Îlona 2017ê lêkolîneke akademîk e, bi navnîşanê aliyên cuda yên Referandûma Serxwebûna Kurdistanê.”

Para yekê heşt mijaran vedigire, wekî têkçûna avakirina dewletê li Iraqê piştî sala 2003ê, têzên dewleta Kurdî û guhertinên nexşeya siyasî ya Rojhilata Navîn, karêzmaya Serok Barzanî û cihê ciyosiyasî yê Herêma Kurdistanê, xewna me serxwebûn e ne kirina referandûmê, destûrîbûna referandûma serxwebûna Kurdistanê, mafê diyarkirina çarenivîsê di çarçoveya qanûnî ya giştî ya navneteweyî de, helwesta civaka navneteweyî û herêmî li ser referandûma serxwebûna Kurdistanê.

Para duyê ya vê pirtûkê girêdayî ragihandinên Encûmena Bilind a Referandûmê, civîn, peyam û gotarên kampanyaya referandûmê ye, ku di bin çavdêriya rasterast a Serok Mesûd Barzanî de hat lidarxistin.

Projeya Desteya Ensîklopediyaya Partiya Demokrat a Kurdistanê li sala 2014ê li ser pêşniyara Mesrûr Barzanî hat damezrandin, da ku dîroka xebat û têkoşîna Partiya Demokrat a Kurdistanê bê nasandin, komkirin, belgekirin û weşandin.

 
Fly Erbil Advertisment