Mesûd Kareş: Nabe dezgehên hikûmetê bo kampanyaya hilbijartinan bên bikaranîn

Navenda Nûçeyan (K24) - Cîgirê Parêzgarê Hewlêrê ragihand, “Planeke kurt ji bo meşandina kampanyaya hilbijartinan bi awayekî birêkûpêk û dûrî gêleşok û aloziyan li parêzgeha Hewlêrê hatiye amadekirin." Herwesa daxwaz ji namzed û partiyên siyasî jî kir ku, di pêvajoya kampanyaya hilbijartinan de rênimayên Komîsyona Bilind a Hilbijartinan bicîh bînin.

Cîgirê Parêzgarê Hewlêrê ji bo Karûbarên Hunerî Mesûd Kareş îro (Pêncşem, 2ê Cotmeha 2025ê) ji Kurdistan24ê ragihand, “Hemî aliyên têkildar tevlî plana kampanyaya hilbijartinan li parêzgeha Hewlêrê bûne.”

Cîgirê Parêzgarê Hewlêrê amaje jî da, “Divê posterên namzedan bi awayekî birêkûpêk bên daliqandin. Nabe ku namzed wêneyên xwe li hin cihan daiqînin ku paştir rakirina wan dijwar be.”

Mesûd Kareş ron jî kir, “Namzed divê li cihên giştî bangeşeyê ji xwe re neke, wekî dezgehên hikûmetê û dibistanan. Li cihên giştî jî tîmên polîsan tên bicihkirin, da ku pêşiyê li her aloziyekê bigirin berî ku biqewime.”

Navbirî herwesa tekez jî kir, “Hemî partî û namzed dikarin ji bo xwe kampanyayê bikin, bi şertê ku ew welatiyan bêzar nekin û kolanan li ber hatin û çûna xelkî û timbêlan negirin.” Herwesa got, “Divê timbêlên hikûmetê ji bo kampanyaya hilbijartinê neyên bikaranîn.”

Cîgirê Parêzgarê Hewlêrê daxwaz ji partî û namzedan kir ku, pêvajoyê bi awayekî aştiyane birêve bibin û rênimayên komîsyonê bicîh bînin.” Herwesa got, “Ji bo şêwandina posterên namzedên partiyekê ji aliyê partiyeke din ve, komîsyon dê lêkolînê pê re bike.”

Berdevka Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Îraqê Cumane Xelay duhî (1ê Cotmeha 2025ê) ji malpera K24ê re ragihand, “Encûmena Komîsyaran lîsta xwe ya dawiyê ya navên namzedan ji bo hilbijartinên Encûmena Nûnerên Iraqê pejirand.”

 
 
 
Fly Erbil Advertisment