Nêçîrvan Barzanî: Nabe kes di kampanyaya hilbijartinan de kerb û kînê belav bike

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê di derheqa kampanyaya hilbijartinan de daxwaz ji hemî aliyan kir ku, rênimayên Hikûmeta Herêma Kurdistanê bicîh bînin û kampanyayeke şaristanî bikin. Tekez jî kir ku, kampanyaya hilbijartinan nebe sedema alozî, parvebûn, bêzarkirina civakê û têkdana tenahiya welatiyan.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro (Pêncşem, 2ê Cotmeha 2025ê) peyamek li ser destpêkirina kampanyaya hilbijartinan weşand.
Di wê peyamê de hatiye, "Sibe, ku kampanyaya gera şeşê ya hilbijartinên parlamentoya Iraqê dest pê dike, ez daxwazê ji hemî aliyan dikim ku rênimayên komîsyonê bicîh bînin û kampanyayeke şaristanî bikin, ku rengvedana pêkvejiyan, hevpejirandin û pirrengiya civakên Kurdistanê be û nebe sedema alozî, parvebûn û bêzarkirina civakê û têkdana tenahiya welatiyan."
Serokê Herêma Kurdistanê tekez jî kir, “Bila her kes di bangeşekirinê de ji bo siyaset, araste û karnameya xwe azad be, lê nabe çi kesek kerb û kînê belav bike. Divê xelkê Kurdistanê wekî civakeke şaristanî di vê pêvajoyê de hevrikiyeke şaristanî bide meşandin.”
Nêçîrvan Barzanî li ser namzetên jin jî got, “Namzetiya jinan pir girîng û bibiha ye. Divê nav, meqam û rûmeta wan parastî bin.”
Navbirî herwesa ragihand, “Divê rêz li sembol û pîroziyên hemî civakan bê girtin, û divê hêzên ewlehiyê jî erkê xwe yê parastina her kesî bi awayekî profesyonel û bê cudahî bicîh bînin.”
Serokê Herêma Kurdistanê di peyama xwe de eşkere jî kir, “Li dawiyê, hemî kesên ku ji Herêma Kurdistanê diçin Encûmena Nûnerên Iraqê, armanca wan xizmetkirina xelkê Kurdistanê û Iraqê ye. Divê ew bizanin ku bi yekrêzî, tebayî û hevgirtinê dikarin baştir xizmeta niha û paşeroja Herêma Kurdistanê û Iraqê bikin û maf, destkeftî û berjewendiyên wan biparêzin.”
Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe herwesa tekez li ser wê yekê jî kir ku, divê namzet di kampanyayê de tiştekî wisa li dijî hev nekin ku sibe nekarin bi hev re bixebitin.
Serokê Herêma Kurdistanê li dawiya peyama xwe jî ji hemî aliyan re kampanyayeke aram û serkeftî ji bo hemî aliyan û tenahî û serfirazî û pêşkeftinên berdewam ji bo Herêma Kurdistanê û Iraqê xwastin.
Biryar e ku kampanyaya hilbijartinan îşev saet 12:00 bê destpêkirin, herwesa hilbijartinên giştî yên Encûmena Nûnerên Îraqê jî dê li roja 11.11.2025ê bên lidarxistin.