Wezareta Çavkaniyên Xwezayî: Hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê berdewam e

bendera Ceyhanê ya Tirkiyeyê
bendera Ceyhanê ya Tirkiyeyê

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser rawestandina demkî ya hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê ji bo bendera Ceyhanê ronkirinek belav kir û tê de ragihand, “Niha pirsgirêkên teknîkî hatine çareserkirin û hinardekirina petrolê berdewam e.”

Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro (În, 3ê Cotmeha 2025ê) li ser rûpela xwe ya tora civakî ya Facebookê di derheqa rawestandina demkî ya hinardekirina petrolê ji bo bendera Ceyhanê de ronkirinek belav kir.

Wezareta Çavkaniyên Xwezayî di ronkirina xwe de ragihand, “Hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê ji bo bendera Ceyhanê ya Tirkiyeyê îro (În, 3ê Cotmeha 2025ê) ji ber çêbûna çend pirsgirêkên teknîkî rawestiya, lê niha ew pirsgirêkên teknîkî bi tevahî hatine çareserkirin û hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê ji nû ve hatiye destpêkirin û berdewam e.”

Piştî derbazbûna 30 mehan ji rawestandina hinardekirina Petrola Herêma Kurdistanê ji ber giliyeke Hikûmeta Iraqê li dijî Tirkiyeyê ku li Dadgeha Parîsê tomar kiribû, saet 6:00 ê serê sibeha roja Şemiyê (27ê Îlona 2025ê) hinardekirina wê careke din hat destpêkirin.

Mekanîzma hinardekirina Petrola Herêma Kurdistanê jî bi vî rengî ye; Herêma Kurdistanê her rojê 190 hezar bermîlên petrolê bi rêya Bendera Ceyhanê ya Tirkiyeyê hinardeyî sûkên cîhanê dike.

Wezareta Petrolê ya Iraqê jî pêştir li roja Pêncşemê (25ê Îlona 2025ê) di ragihandinekê de amaje dabû, “Me bi Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û şîrketên petrolê re li ser dubare hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê bi rêya Bendera Ceyhanê ya Tirkiyeyê li hev kir.”

 
 
Fly Erbil Advertisment