Li Diyarbekirê Mîhrîcana Keda Jinan û Çandê tê lidarxistin

Diyarbekir (K24) –Li Diyarbekirê mîhrîcanek rengîn a jinan dest pê kir ku tê de hem çalakiyên hunerî tên pêşkêşkirin hem  berhemên bi keda destê jinan hatine hunandin tên pêşandan hem jî bo zarokan çalakiyên werzîşî tên li darxistin. Amadekarên mîhrîcanê dibêjin ew dixwazin ji her alîyî ve dewlemendiya çanda kurdî nîşan bidin û bo jinên kedkar jî deriyek ê debarê bidin vekirin.

Ji aliyê Şaredariya Peyasê ya navçeya navendî ya Diyarbekirê ve Mîhrîcana Keda Jinan û Çandê tê li darxistin. Di Mîhrîcana ku cara duyem e tê li darxistin de jinên kedkar bi berhemên xwe yên cawaz û rengîn hem çanda xwe didin nasîn hem jî dixwazin ji xwe re deriyejk ê derbarê jî bidin vekirin. Jinên kedkar dibêjin ew dixwazin şiyanên xwe bi vê mîhrîcanê nîşan bidin.

Azîze Şan: “Çand bi destê jinan dewlemend dibe, ji bi çavek estetîk dinihêrin û huner derdikeve holê.”

Zehra Demîr: “Em li vê derê dixwazin bidin nîşan ku pêşgeha kurdan gelek dewlemend e.”

Ayhan Yılboga: “Ji me re ev derfet hat dirustkirin ku em berhemên xwe peşkeş bikin. Ev derfetek baş e bo me.”

Amadekarên mîhrîcanê balê dikêşin ku wan bi baldarî û bi kedeke mezin amadekariya vê mîhrîcanê kirine da ku welatiyên serdana pêşangehê bikin keyfxweş bibin.

Hevseroka Şaredariya Peyasê Bêrîvan Gulşen Sîncar ji K24ê re got: “Me bi amadekariyek mezin bi kedeke hêja ev mîhrîcan amade kir. 50 jin bi berhemên xwe beşdarî mîhrîcanê dibin ku ev dahat jî di nav wan de tê parvekirin.”

Zarokên serdana mîhrîcanê kirîn jî dan zanîn ku ew bextewar in ji ber ku bi çalakiyên cur be cur karine li gel hevalên demek xweş û geş derbas bikin.

Ecrîn Demîr: “Em ji xwe re leyîstin, me guhar kirî, me gustîlk kirî, me cilûbergan kirî.”

Hamza Çelîk: “Çalakiyên xweş hene, me xwarin jî xwar xweş bû.”

Efrîn Zana: “Em ji xwe re geriyan, hevalên me yên nû çêbûn.”

Mîhrîcana Berhemên Keda Destên Jinan dê heta 5ê cotmehê bo welatiyan vekirî be û di mîhrîcanê de tê xwestin ku were nîşandan k udi dewlemendbûna çanda kurdan de keda destê jinan girîng e.

 
 
Fly Erbil Advertisment