Sûriye gera yekê ya hilbijartinên parlamentoyê piştî hilweşîna rejîma Esed li dar dixe

Navenda Nûçeyan (K24) - Sûriye îro (Yekşem, 5ê Cotmeha 2025ê) pêvajoya dengdanê ji bo hilbijartina parlamentoya xwe ya yekê piştî hilweşîna rejîma Beşar Esed li Berçileya borî li dar bixe. Ev pêvajo bi rêya desteyeke hilbijartinan tê birêvebirin, ne bi rêya dengdana giştî.
Bingehên dengdanê saet 9:00 ê sibê hatine vekirin û saet 12:00 ê nîvro dê bên girtin, bi îhtîmala dirêjkirina dema wê heta saet 4:00 ê êvarê. Piştî ku dengdan bi dawî dibe jî, pêvajoya vavartina dengan dest pê dike û tê payîn ku, encamên dawiyê li roja Duşem an Sêşema bê bên ragihandin.
Ji bo vê gera hilbijartinan, pergaleke taybetî hatiye şopandin ku tê de tenê endamên bawerpêkirî yên 'desteyên hilbijartinan' li deverên cuda cuda mafê dengdanê heye. Rayedar sedema vê yekê bi nebûna amareke rast a şêniyan û koçberbûna bi mîlyonan welatiyan ji ber şer ve girê didin.
Parlamentoya nû dê ji 210 endaman pêk bê û dema karkirina wê dê du sal û nîv be. ji bo Bi vê gera hilbijartinan, 1 hezar û 578 namzed pêşbirkê dikin, ku 14% ya wan jî jin in.
Ji ber sedemên ewlehî û siyasî, hilbijartin li hin deverên parêzgehên Reqa û Hesekeyê, tevahiya parêzgeha Suweydayê û deverên di bin kontrola Kurdan de li Rojavayê Kurdistanê hatine paşxistin. Di encamê de, tê payîn ku 19 kursiyên parlementoyê vala bimînin.
Tevahiya vê pêvajoyê ji hêla Komîteya Bilind a Hilbijartinan a Encûmena Gel ve tê çavdêrîkirin.