Alîkariya darayî ya Hevpeymanan ji bo meha Îlonê tê belavkirin

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezareta Pêşmerge ragihand ku, sibe alîkariya darayî ya hêzên Hevpeymanan ji bo meha Îlonê li ser efser, piledar û Pêşmergeyan belav dike.

Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku, sibe (Duşem, 6ê Cotmeha 2025ê) dê dest bi belavkirina alîkariya darayî ya hêzên Hevpeymanan ji bo meha Îlonê bike.

Li gorî ragihandina Wezareta Pêşmerge ku îro (Yekşem, 5ê Cotmeha 2025ê) hatiye belavkirin, alîkariya darayî ya Hevpeymanan ji bo meha Îlonê ji bo Wezareta Pêşmerge hatiye temwîlkirin.

Her di wê ragehandinê de hatiye ku, Birêvebiriya Giştî ya Budce û Bernameyan (Jimêryariya Leşkerî) tavilê dest bi pêkanîna rêkarên darayî û jimêryarî kiriye, ji bo temamkirina amadekariyan ji bo ku sibe Duşemê ew alîkarî bê belavkirin.

Wezareta Pêşmerge amaje jî da ku, nêzîkî 97% ya efser, piledar û Pêşmergeyan dê vê mehê bi rêya projeya Hejmara Min vê alîkariyê werbigirin. Ev jî pêngaveke girîng e, ber bi dîjîtalkirin û şefafiyeteke mezintir di pêvajoya belavkirina mûçe û alîkariyên darayî de. Rêjeya mayî jî bi rêya pergala bankê dê alîkariyên werbigirin.

 
Fly Erbil Advertisment