Şaswar Ebdilwahid îro tê dadgehkirin û milkên Çaviyê jî tên firotin

Navenda Nûçeyan (K24) – Li gorî zanyaran, nêzîkî 60 milkên di nav projeya geştiyariyê ya Çavî Landê de li bajarê Silêmaniyê îro di mezadeke eşkere de tên firotin û Serokê Tevgera Nifşê Nû jî tê dadgehkirin.
Li gorî peyamnêra Kurdistan24ê Hawjîn Mihemed, pêvajoya firotinê dê îro (Yekşem, 5ê Cotmeha 2025ê) ji hêla Fermangeha Birêvebirinê ya Silêmaniyê ve û di bin çavdêriya Wezareta Darayî û Aborî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de bê meşandin.
Ev pêngav piştî wê yekê tê ku, Wezareta Darayî û Aborî berî niha ragihandibû ku xwediyê Şîrketa Çaviyê û Serokê Tevgera Nifşê Nû Şaswar Ebdilwahid gelek deyndarê hikûmetê ye.
Armanc ji firotina van milkan ew e ku, deynên ku li ser wê şîrketê kom bûne, ku bi qasî 90 milyar dînaran tên texmînkirin, bên vegerandin. Parek ji van deynan di destpêkê de wekî pêşîneyên veberhênanê ji hikûmetê hatibû girtin, lê ji ber nedayîna deynên xizmetkariyên wekî elektrîk, av û bacan mîqdara wê zêde bûye.
Herwesa Serokê Tevgera Nifşê Nû Şaswar Ebdilwahid îro li ser giliyên çend rojnamevanan careke din tê dadgehkirin. Ev jî piştî ku di Heftiya borî de ji bo dadgehê hat veguhastin lê dadwerî biryara xwe ji bo îro paşxist.