Balyozê Endonezyayê pêşxistina têkeliyan û lihevguhertinên bazirganî ligel Kurdistanê tekez kirin

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşwaziya Balyozê nû yê Endonezyayê li Iraqê kir û pê re danûstandin li ser çendên mijarên girîng kirin.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Yekşem, 5ê Cotmeha 2025ê) pêşwaziya Balyozê nû yê Endonezyayê li Iraqê Didik Eko Pujianto kir.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê destpêkirina karî li Balyozê nû yê Endonezyayê kir û piştgiriya Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî ji bo biserxistina erkê wî tekez kir.
Balyozê Endonezyayê jî pesnê pêşketin û avedaniya Herêma Kurdistanê kir û xwesteka welatê xwe ji bo pêşxistina têkiliyên dualî, bi taybetî jî di warê lihevguhertinên bazirganî de, tekez kir.
Di pareke din a wê civînê de, şert û mercên jiyanê û hêsankarî û alîkariyên dezgehên peywendîdar ji bo revenda Endonezyayê li Herêma Kurdistanê hatin nîqaşkirin.
