Rêber Ehmed: Koçberî berpirsiyariyeke cîhanî ye û pêdivîtî bi çareseriyeke bingehîn heye

Rêber Ehmed
Rêber Ehmed

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezîrê Navxwe yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê tekez kir ku, koçberî berpirsiyariyeke cîhanî ye û pêdivîtî bi çareseriyeke bingehên heye. Daxwaz ji ciwanan jî kir ku, koç nekin û bi rêya pêşxistina şiyanên xwe Kurdistanê pêş bixin.

Wezîrê Navxwe yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed îro (Yekşem, 5ê Cotmeha 2025ê) di gotarekê de li Dîdara Yekê ya Peymannameya Koçberiyê li Herêma Kurdistanê ragihand, "Ev dîdar rengvedana me ya hevpar e ji bo pêşxistina desthilatdariya koçberiyê bi rêya hevparî û diyalogê."

Wezîrê Navxwe tekez jî kir, "Koçberî ne tenê pirsgirêkek herêmî û neteweyî ye, belkî berpirsiyariyeke cîhanî ye; ji bo çareserkirina wê rêbazeke tevgir a hikûmetê têgihîştineke hevpar di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal de pêdivî ye."

Rêber Ehmed tekez li ser bizavên kabîneya nehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo peydakirina derfetên karî û kêmkirina koçberiyê kir û got, "Me bizavên cidî kirine ku welatî bibin navenda hemî proje û karên hikûmetê.” Amaje jî da ku, tenê di sektora çandiniyê de bi hezaran derfetên karî hatine peydakirin û bi rêya projeyên wekî "Hejmara Min" û dîjîtalkirina xizmetkariyan bizav ji bo avakirin jêrxaneyeke xurt hatiye kirin.

Navbirî eşkere jî kir ku, şîrketên sektora taybet hatine neçarkirin ku 75% ya derfetên xwe yên karî ji bo karkerên navxweyî terxan bikin û Wezareta Navxwe jî anîna karkerên biyanî sînordar kiriye.

Wezîrê Navxwe bang li civaka navneteweyî û welatên dost kir ku, zêdetir piştgiriyê bidin bizavên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo pêşxistina xizmetkariyan, parastina aramiya herêmê û parastina kiyanê destûrî û dezgehên me; Ji ber ku ev ji bo kêmkirina diyardeya koçberiya neqanûnî ya welatiyan ber bi Rojavayê ve garantiyek e."

Rêber Ehmed bang li welatên mêvandar jî kir ku, rewşa Herêma Kurdistanê li ber çavan werbigirin û wan welatiyên ku mafê wan ê mayînê tune “bi neçarî neşînin”. herwesa bang li hikûmeta federal jî kir ku, "pabendî bicîhanîna destûrê û dabînkirina mafên darayî yên xelkê Kurdistanê be."

Navbirî eşkere jî kir ku, bi hevahengiya dezgehên ewlehiyê û welatên Ewropayê "gelek torên qaçaxçiyan hatine destnîşankirin û girtin" û ew nivîsîngehên ku pere ji wan re vediguhastin jî hatine girtin.

Wezîrê Navxwe li dawiyê jî peyamek pêşkêşî ciwanan kir û got, "Ez bang li ciwanên Kurdistanê dikim ku, rêya koçberiya neqanûnî nedin ber xwe ji ber ku gelek xetere li ser wê rêyê hene. Li şûna koçberiyê, şiyanên xwe pêşve bibin û tevlî pêşxistina Kurdistanê bibin."

 
 
Fly Erbil Advertisment