Mesrûr Barzanî bo K24ê: Xelk baş dizane kîjan partî dikare xizmeta wan bike

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê got ku, ciwanên Herêma Kurdistanê "hêviya me ne". Li ser hilbijartinên Encûmena Nûnerên Îraqê jî tekez kir ku, welatî dizanin "kîjan partî dikare zêdetir xizmeta wan bike."
Bi amadebûna Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, çalakiya heştê ya “TEDx Nishtiman”ê îro (Yekşem, 5ê Cotmeha 2025ê) li Hewlêrê tê lidarxistin.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê tevlî stûdyoya vekirî ya K24ê bû û ji pêşkêşkera Kurdistan24ê Sinor Mecîd re ragihand, “Ciwanên Herêma Kurdistanê hêviya me ne û ez hêvî dikim ku ew hergav serkeftî bin."
Serokwezîr Mesrûr Barzanî çalakiya "TEDx Nishtiman"ê wekî "karekî pîroz" binav kir û hêvî kir ku her sal berdewam be. Tekez jî kir, "Em wekî Hikûmeta Herêma Kurdistanê û ez bi xwe jî piştgiriyê didin wan û ez hêvî dikim ku, ew hergav di van karên baş de serkeftî bin."
Hilbijartinên Encûmena Nûnerên Iraqê
Li ser destpêkirina kampanyaya hilbijartinên Encûmena Nûnerên Iraqê jî, ku biryar e li roja 11ê meha bê bên kirin, Serokwezîr Mesrûr Barzanî hêvî kir ku hemî partîyên sîyasî "bi awayekî pir şaristanî kampanyayê bikin" û dengdêr jî "dengê xwe bidin kesên ku zêdetir dikarin xizmeta vî welatî bikin û xemxwerên vî xelkî ne û paşerojeke geş a vî welatî ne."
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê amaje jî da, "Ez dibêjim ku gelê me baş fêm kiriye ku kî dikare zêdetir xizmeta wan bike. Ez hêvî dikim ku hemî alî bi awayekî çalak tevlî hilbijartinan bibin, da ku nûnerên xwe yên rastîn hilbijêrin."