Mesrûr Barzanî: Em di pirrengkirina aborê Kurdistanê de serkeftî bûn

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê tevlî “TEDx Nishtiman”ê bû û ragihand, “Hemî aliyan dijîtiya me kir lê me di gelek waran de serkeftinên mezin bi dest xistin.” Herwesa got, “Niha Kurdistan gihîştiye astekê û em hêvî dikin ku, Kurdistanê ji bo navxwe û tevahiya deverê jî bikin çavkaniyeke xwarinê.”
Bi amadebûna Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, çalakiya heştê ya “TEDx Nishtiman”ê îro (Yekşem, 5ê Cotmeha 2025ê) li Hewlêrê tê lidarxistin.
Mesrûr Barzanî amaje jî da, “Hemî aliyan bizav kir ku, me paşve bibin, me bêhêvî bikin, me bêomêd bikin ku em nikarin welatê xwe ber bi pêş ve bibin. Wan ji me re astengî çê kirin, gelek dijwarî ji me re çê kirin, rê li ber me girtin, budceya me qut kir, ji me re pirsgirêkên siyasî çê kirin, ji me re pirsgirêkên ewlehiyê çê kirin.”
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê tekez jî kir, “Bi xweragiriya vî gelê xweşevî û bi bêhnfirehiya hemî welatiyên rêzdar, me karî rûbirûyî wan hemî zehmetiyan bibin; ne tenê van krîzan yek li dû yekê nehêlin, em pêngavan ber bi paşerojeke geştir ve biavêjin û di gelek waran de serkeftinên mezin bi dest bixin.”
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê amaje jî da, “Yek ji wan tiştên ku me karî serkeftineke mezin tê de bînin ew bû ku, em balê bikişînin ser pirrengkirina aboriya Kurdistanê û çavê me ne tenê li enerjî, petrol û gazê be.”
Serokwezîr Mesrûr Barzanî eşkere jî kir, “Me tiştekê wesa kir ku, cotkarên me vegerin erdên xwe û hilberîna navxweyî ya Kurdistanê bigihînin astekê ku em ne tenê di hundurê Herêma Kurdistanê de feydeyî jê werbigirin, lê ji bo derveyî Herêma Kurdistanê jî hinarde bikin.”
Mesrûr Barzanî herwesa got, “Ji bo cara yekê berhemên navxweyî yên Herêma Kurdistanê ji bo derveyê Kurdistanê hat hinardekirin û ev pêvajo berdewam e jî. Ev çavkaniya serbilindiyê ye, çavkaniya şanaziyê ye.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî tekez jî kir, “Ger baweriya cotkarên me bi xwe nebûya, ger baweriya vî gelî bi xwe nebûya, bêguman em dê hîn jî li paş maban û çavê dê her li wê yekê ba ku xelkî nan daba me.”
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê herwesa ragihand, “Niha Kurdistan gihîştiye astek û em hêvî dikin ku gelek ji wê zêdetir jî bikin, ku Kurdistanê ne tenê ji bo navxwe lê ji bo tevahiya deverê jî bikin çavkaniyeke xwarinê.”