Mesrûr Barzanî: Hikûmeta Iraqê zêdetirî 200 milyar dolaran terxan kirine lê hîn elektrîka 24 saetî dabîn nekiriye

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê tevlî “TEDx Nishtiman”ê bû û ragihand, “Çi kesekî bawer nedikir em bikarin di demeke wesa kurt de elektrîka 24 saetî li Kurdistanê dabîn bikin." Herwesa got, “Hikûmeta Iraqê ji bo dabînkirina elektrîka 24 saetî zêdetirî 200 milyar dolaran terxan kirine lê nekariye vê yekê bike.”
Bi amadebûna Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, çalakiya heştê ya “TEDx Nishtiman”ê îro (Yekşem, 5ê Cotmeha 2025ê) li Hewlêrê tê lidarxistin.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê got, "Projeya Ronakiyê yek ji wan projeyan bû ku çi kesekî bawer nedikir em bikarin di demeke wesa kurt de elektrîka 24 saetî li Kurdistanê dabîn bikin."
Mesrûr Barzanî amaje jî da, “Her ji bo rûbirûkirinê, hikûmeta federal a Iraqê ji bo dabînkirina elektrîka 24 saetî zêdetirî 200 milyar dolaran terxan kirine, lê heta niha nekariye vê yekê bike. Ev bi saya bizavên ciwanên me yên xweşevî ye, ku bi şev û roj xebitîn û alîkarên Wezareta Elektrîkê bûn, digel wezaretên din ên têkildar ku bikarin elektrîka 24 saetî dabîn bikin.”
Serokwezîr Mesrûr Barzanî herwesa got, “Spas ji Xudê re ku îro hemî navendên bajarên mezin ên Kurdistanê xwediyên elektrîka 24 saetî ne. Parêzgeha Helebceyê bi serbilind ve parêzgeha yekê ya Iraqê ye ku li seranserê parêzgehê elektrîka 24 saetî heye.”
Mesrûr Barzanî tekez jî kir, “Heta dawiya sala 2026ê, tevahiya Kurdistanê bi hemî bajar, bajark û gund ve dê elektrîka 24 saetî hebe. Ev jî destkeftiyeke mezin e û divê hûn bi xwe serbilind bin, ji ber ku ev destkeftiya we ye. Ez careke din spasiya we dikim.”