Encûmena Wezîran 25 milyar dînar bo projeyên Helebçeyê terxan kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Dîwana Encûmena Wezîran Omêd Sebah îro (Duşem, 6ê Cotmeha 2025ê) di konfranseke rojnamevanî de ragihand ku, Encûmena Piştgiriya Helebçeyê pêştir serdana Serok Barzanî kir û çend daxwaz kirin, ji bo ku xizmeta Helebçeyê bê kirin.

Omêd Sebah herwesa got, “Serok Barzanî ferman da ku, divê bi rêya hikûmetê xizmeta Helebçeyê bê kirin, ji ber vê yekê jî Serokwezîr Mesrûr Barzanî ferman da ku komîteyek bi serokatiya Dîwanê û endamtiya çend partiyan bê çêkirin û wê komîteyê serdana parêzgeha Helebçeyê û Parêzgarê Helebçeyê kir û guhdariya daxwazên wan û bi cidî li ser xebitîn.”

Navbirî amaje jî da, “Hejmareke biryarên baş di berjewendiya xelkê Helebçeyê de hatiye dan, ku dê wekî diyariya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo welatiyên Helebçeyê be, herwesa di demên borî de jî me bi Parêzgarê Helebçeyê re kar kiriye.”

Serokê Dîwana Encûmena Wezîran eşkere jî kir, “Biryar hatiye dayîn ku li Helebçeyê bi gojimê 25 milyar dînaran projeyan bên bicîhanîn, herwesa ji bo garantîkirina jêrxaneya îdarî ji bo parêzgeha Helebçeyê jî xebat hatiye kirin. Li ser fermana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, 500 kes ji bo wê parêzgehê hatine damezrandin, paşê 52 kesên din jî hatine zêdekirin.” Herwesa got, “Serokwezîr biryar daye ku li ser daxwaza Parêzgara Helebçeyê û Encûmena Piştgiriya Helebçeyê 250 kesên din jî ji bo wê parêzgehê damezrîne.”

Omêd Sebah herwesa ragihand, “Yek ji biryarên ku ji bo wê parêzgehê pir girîng e mijara Deriyê Lihevhatinê ye, ku wekî deriyek ji bo pêşxistina Helebçeyê tê temaşekirin, ji ber vê yekê jî Serokwezîr razî bûye ku ew derî wekî deriyekî navxweyî bê vekirin.”

Navbirî herwesa got, “Vekirina Deriyê Lihevhatinê qonaxa yekê ye. Serokwezîr ferman daye Wezareta Navxwe ku bi Parêzgarê Helebçeyê re ji bo navneteweyîkirina wî derî bixebitin, ku serdana Bexda û Îranê bikin da ku derfet bi navneteweyîkirina Deriyê Lihevhatinê bê dayîn, ji ber vê yekê jî girîng e ku em wekî Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro Deriyê Lihevhatinê bi awayekî fermî bidin nasandin.”

Serokê Dîwana Encûmena Wezîran eşkere jî kir, "Yek ji daxwazan ew bû ku, li gorî destûrê û ji budceya dewletê zirardîtiyên Helebçeyê bên qerebûkirin. Her çend bi awayekî cidî kar li ser vê yekê nehatiye kirin jî, lê nivîsareke fermî li ser fermana Serokwezîr hatiye kirin û ji Serokwezîrê Iraqê re hatiye şandin, ku divê xelkê Helebçeyê ji budceya dewletê bê qerebûkirin.”

Omêd Sebah eşkere jî kir, “Yek ji daxwazên ku hatine pejirandin çêkirina parkek, nexweşxaneyek û desteyeke saxlemiyê ji bo dermankirina qurbaniyên çekên kîmyayî ye, herwesa ew plan jî hatine pejirandina ên ku ji bo geştiyariyê li deverê hatine pêşkêşkirin.”

 
Fly Erbil Advertisment