Parêzgara Helebçeyê: Xebata Hikûmeta Herêma Kurdistanê rêya rast a avedankirina Helebçeyê ye

Navenda Nûçeyan (K24) - Parêzgara Helebçeyê Nuxşe Nasih îro (Duşem, 6ê Cotmeha 2025ê) di konferanseke rojnamevanî de spasiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê kir û ragihand, "Tiştê ku îro û di paşerojê de diqewime ji bo parêzgeha Helebçeyê pêngava rastîn e.”
Parêzgara navbirî herwesa got, "Her tim tê gotin ku ji bo Helebçeyê tiştek nehatiye kirin, lê ez li vê derê dibêjim ku ji bo Helebçeyê karên pir baş û bêhempa hatine kirin, her çend ku di asta mezinahiya wê karesatê de nînin a ku bi serê vî bajarî hatiye."
Nuxşe Nasih amaje jî da, "Gelek kes ji derve serdana parêzgeha Helebçeyê dikin, dibe ku wêneyê bi awayekî durist nebînin, lê ez difikirim ku ew karên Hikûmeta Herêma Kurdistanê di demên borî de ji bo Helebçeyê kirine û niha jî dike ji bo avedankirina vê parêzgehê pêngavên rast in."
Parêzgara Helebçeyê ron jî kir, “Ji ber ku Helebçe wekî parêzgeha 19ê ya Iraqê hatiye nasandin, em ji bo hin daxwazan serî li hikûmeta federal didin û ji wan dixwazin ku, li kêleka Herêma Kurdistanê kar, proje û xizmetkariyan pêşkêşî Helebçeyê bikin.”
Parêzgara navbirî spasiya Encûmena Wezîrên Herêma Kurdistanê û hemî desteya wê kir û got, "Me her gav gotiye ku Helebçe ya we hemiyan e û hûn hemî jî yên Helebçeyê ne. Encûmena Wezîran û Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî ev yek bi kiryar selimandiye."
Nuxşe Nasih li dawiyê jî got, “Ez bi taybetî spasiya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî dikim, ji ber alîkariyên wî yên berdewam.”