Serok Barzanî û Mihemedê Hacî Mehmûd proseya siyasî ya Herêma Kurdistanê gotûbêj dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Barzanî û Serokê Partiya Sosyalîst Demokrat a Kurdistanê Mihemedê Hacî Mehmûd proseya siyasî ya Herêma Kurdistanê û geşedanên navçeyê gotûbêj dikin.
Barageha Barzanî belav kir, Serok Mesûd Barzanî îro 6ê Cotmehê pêşwazî li Serokê Partiya Sosyalîst Demokrat a Kurdistanê Mihemedê Hacî Mehmûd kir.
Li gorî daxuyaniya Barageha Barzanî, di hevdîtinê de guftûgo li ser rewşa siyasî ya Herêma Kurdistanê û navçeyê bi giştî hate kirin.