Mezlûm Ebdî: Me bi şanda Amerîkayê re yekîtiya Sûriyeyê û şerê DAIŞê gotûbêj kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî ragihand, wî îro 16ê Cotmehê pêşwazî li şandeke payebilind a Amerîkî kiriye di hevdîtina de, wan piştgiriya ji bo yekîtiya siyasî li Sûriyeyê û berdewamiya şerê li dijî DAIŞê gotûbêj kiriye.
Fermandarê Giştî yê HSD Mezlûm Ebdî îro 6ê Cotmehê, pêşwazî li şandeke payebilind a Amerîkî kiriye ku ji Nûnerê Taybet ê Amerîkayê ji bo Karûbarên Sûriyeyê Tom Barrack û Fermandarê Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) Admiral Brad Cooper pêk dihat.
Piştî hevdîtinê, Fermandarê Giştî yê HSDê li ser hejmara xwe ya tora civakî "X" daxuyaniyek da û got: "Şanazî bû ku min pêşwazî li Nûnerê Taybet ê Amerîkayê Balyoz Tom Barrack û Fermandarê CENTCOMê Admiral Brad Cooper kir."
Ebdî naveroka hevdîtinê eşkere kir û got, wan li ser gelek mijaran gotûbêj kiriye ku armanca wan "piştgiriya ji bo yekîtiya siyasî li Sûriyeyê, parastina yekparçeyiya axa welat, û afirandina jîngeheke ewle ji bo hemû pêkhateyên gelê Sûriyeyê, ligel misogerkirina berdewamiya hewldanên ji bo şerê li dijî DAIŞê li herêmê" ye.
Mezlûm Ebdî herwiha pesnê rola Serokê Amerîkayê Donald Trump û Balyoz Barrack da û got, wan "roleke dilsoz û çalak ji bo gelê Sûriyeyê di hewldana çareserkirina krîzê û bidestxistina pêşerojeke baştir ji bo Sûriyeyê û hemû Sûriyan de lîstiye."
Fermandarê Giştî yê HSDê di dawiyê de tekez kir: "Em di armanca xwe ya Sûriyeyeke yekgirtî ji bo hemû Sûriyan de rijd in."
Ji aliyê xwe ve, Nûnerê Taybet ê Amerîkayê Tom Barrack jî serdan erênî nirxandibû û li ser hejmara xwe yê "X" ragihandibû, wan "gotûbêjên berfireh" bi Mezlûm Ebdî û HSDê re kirine.
Barrack ev serdan weke "pêngaveke ber bi pêş" ji bo nêrîna Serokê Amerîkayê ya bi navê "Derfetekê bidin Sûriyeyê" bi nav kir û got, armanc ew e ku "rê li ber Sûriyan were vekirin, da ku bi hemû Sûriyan re di nava hewldaneke nû de ji bo aştiyeke hevkar û bexteweriyê bibin yek."