Li Hewlêrê Pêşangeha Teknolojiyê ya Navdewletî HITEX 2025 deriyên xwe vedike

Navenda Nûçeyan (K24) – Pêşangeh û Konferansa Teknolojiyê ya Navdewletî HITEX, bi beşdariya zêdetirî 120 kompanyayên navxweyî û biyanî, îro 7ê Cotmehê li Hewlêr bi awayekî fermî dest pê kir.

Di pêşangeha îsal de, ku wek mezintirîn çalakiya teknolojiyê li ser asta Iraqê tê zanîn, 37 kompanyayên biyanî, 11 kompanyayên Iraqî û 74 kompanyayên ji Herêma Kurdistanê beşdar in. Ev cara yekem e ku hejmareke ewqas mezin a kompanyayên navneteweyî cihê xwe di HITEXê de digirin.

Kompanyayên beşdar dê di rojên pêşangehê de berhem û dahênanên xwe yên herî nû di warên teknolojiyê û Zîrekiya Destkird de nîşan bidin. Herwiha, di çarçoveya konferansê de, dê 40 pispor û şarezayên navdar ên teknolojiyê li ser sehnê gotar û semînarên cuda pêşkêş bikin.

Beşeke girîng a HITEXê jî piştgiriya projeyên nûjen e. Ji nav 100 projeyên karsaziyê (start-up) yên ku hatine pêşkêşkirin, 20 proje hatine hilbijartin û dê ji aliyê darayî ve werin piştgirîkirin da ku karibin projeyên xwe pêş bixin.

Li gorî daxuyaniya rêveberiya pêşangehê, HITEX platformeke sereke ye ku lîderên karsaziyê û teknolojiyê yên Herêmê tîne cem hev. Armanc ew e ku bibe navendek ji bo nîşandana dahênanên herî dawî û herwiha derfetê bide pisporan ku li ser geşedanên teknolojiyê û paşeroja welat gotûbêjên berhemdar bikin.

Pêşangeh dê heta roja Pêncşemê, 9ê Cotmehê, li Pêşangeha Navdewletî ya Hewlêrê, ji bo serdanvan, veberhêner û hezkiriyên teknolojiyê vekirî be.

 
Fly Erbil Advertisment