Serokwezîr Mesrûr Barzanî Pêşangeha Navdewletî ya Teknolojiyê HITEX vekir

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 7ê Cotmehê bi awayekî fermî Pêşangeha Navdewletî ya Teknolojiyê (HITEX) li Hewlêrê vekir.
Di pêşangehê de, ku dê sê rojan berdewam bike, zêdetirî 120 kompanyayên navxweyî û biyanî beşdar in. Li gorî amaran, îsal 37 kompanyayên biyanî, 11 kompanyayên ji navçeyên din ên Iraqê û 74 kompanyayên navxweyî yên Herêma Kurdistanê beşdarî pêşangehê bûne.
Kompanyayên beşdar dê di rojên pêşangehê de berhem û dahênanên xwe yên herî nû di warên teknolojiyê û Zîrekiya Destkird de pêşkêş bikin.
Herwiha, di çarçoveya konferansa pêşangehê de, ku ew jî dê li gel pêşangehê birêve biçe, dê 40 pispor û şarezayên navdar ên teknolojiyê gotar û semînarên cuda pêşkêş bikin. Di heman demê de, dê hejmarek panel û gotûbêj li ser mijarên girîng ên wekî Zîrekiya Destkird û cîhana dîjîtal werin lidarxistin.
Beşeke girîng a pêşangeha îsal, piştgirîkirina karsaziyên nû (start-up) ye. Ji nav 100 projeyên karsaziyê yên ku hatine pêşkêşkirin, 20 proje hatine hilbijartin ku dê alîkariya darayî werbigirin da ku karibin projeyên xwe pêş bixin.