Hevserokê DBPê: Eger komîsyon guhdariya Ocalan neke, em ê karê wê nas nekin

Navenda Nûçeyan (K24) – Komîsyona Pêvajoya Aştiyê xwe amade dike ku guh bide efserên xaneşînbûyî yên ku di şerê li dijî PKKê de cih girtine. Lê belê, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) mercê xwe yê sereke ji bo naskirina komîsyonê eşkere kir û ragihand, divê komîsyon di serî de guh bide Rêberê PKKê Abdullah Ocalan.
Biryar e sibe 8ê Cotmehê Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê bicive û dest bi guhdarîkirina efserên xaneşînbûyî bike. Li gorî zanyariyan, tê payîn ku komîsyon heta dawiya vê mehê qonaxa guhdarîkirinê bidawî bîne.
Derbarê vê mijarê de, Hevserokê Giştî yê DBPê Keskîn Bayindir daxuyaniyek da û got, divê komîsyon wek karê xwe yê herî dawî û girîng, guhdariya Ebdullah Ocalan jî bike. Bayindir sedema vê yekê wiha anî ziman: "Ji ber ku ev pêvajo bi destpêşxeriya Ocalan dest pê kiriye."
Keskîn Bayindir herwiha behsa mercên aştiyeke mayînde kir û got, "Divê aştiyeke bi rûmet pêk were. Di çarçoveya hemwelatîbûna wekhev de û li ser bingeha destûrê, divê statûya Kurdan were qebûlkirin û ziman û çanda Kurdî bi awayekî fermî were naskirin."
Hevserokê DBPê hişyariyeke tund da komîsyonê û tekez kir: "Eger komîsyon guhdariya birêz Abdullah Ocalan neke, em ê ne komîsyonê û ne jî karê wê qebûl bikin."