Mezlûm Ebdî û Ehmed Şera li Şamê dicivin

Navenda Nûçeyan (K24) – Civîneke payebilind di navbera şandeyeke Rêveberiya Xweser û şandeyeke hikumeta veguhêz li Şamê de dest pê kir. Armanca sereke ya civînê gotûbêjkirina dosyayên siyasî û ewlehiyê ye di çarçoveya bicihanîna bendên Peymana 10ê Adarê de.
Şandeya Rêveberiya Xweser, ji bo hevdîtina bi hikumeta veguhêz re ya di çarçoveya hewlên berdewam ên bicihanîna bendên peymana 10ˊê Adarê ya di navbera Fermandariya HSDˊê û hikumeta veguhêz de hatiye îmzekirin, îro 7ê Cotmhê gihîşt Şamê.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, şandeya Rêveberiya Xweser ji Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî, Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve Îlham Ehmed û Fermandara Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Rohilat Efrîn pêk tê. Ji aliyê hikumetê ve jî Serokê Qonava Veguhêz Ehmed Şera û Wezîrê Derve Es’ed El Şeybanî di civînê de amade ne.
Ev hevdîtin wek gaveke girîng di çarçoveya hewldanên berdewam ên ji bo bicihanîna Peymana 10ê Adarê de tê dîtin, ku ew peyman di navbera Fermandariya Giştî ya HSDê û hikumeta veguhêz de hatibû îmzekirin.
Ev pêngav, piştî civîna girîng a roja 6ê Cotmeha 2025an tê, ku tê de berpirsên payebilind ên Rêveberiya Xweser û HSDê, li gel şandeyeke Hevpeymaniya Navdewletî bi serokatiya Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê li Sûriyê Tom Barrack û Fermandarê Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) Amîral Brad Cooper re civiyabûn.