Serokwezîrê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Balyozê Îtalyayê li Iraqê kir

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Balyozê Îtalyayê li Iraqê kir û pê re li ser guhertinên dawiyê yên rewşa giştî yên Iraqê û amadekariyên pêvajoya hilbijartinên Encûmena Nûnerên Îraqê nîqaş kirin.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê di ragihandinekê de amaje daye, “Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Sêşem, 7ê Cotmeha 2025ê) pêşwaziya Balyozê Îtalyayê li Iraqê Niccolo Fontana kir.”

Di wê ragihandinê de hatiye, “Di wê civînê de tekez li ser girîngiya zêdetir pêşxistina têkiliyên dualî di warên cuda cuda de, bi taybetî jî di herdu sektorên çandinî û geştiyariyê de, hat kirin.”

Hikûmeta Herêma Kurdistanê eşkere jî kiriye, “Di pareke din a wê civînê de, guhertinên dawiyê yên rewşa giştî ya Iraqê û amadekariyên pêvajoya hilbijartinên Encûmena Nûnerên Îraqê jî hatin nîqaşkirin.”

 

 
Fly Erbil Advertisment