Mesrûr Barzanî: Kurdistanê dê paşerojeke geş hebe

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê amaje da ku, ciwanên me bi xwe karîne hem dahênanan bikin û hem jî tevlî pêşketinên teknolojiyayê li seranserî cîhanê bibin.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Sêşem, 7ê Cotmeha 2025ê) di peyamekê de li ser hesabê xwe yê tora civakî ya Xê nivîsî, “Her sal ez dibînim ku me zêdetir pêşketin hene û xelkekê şareza li Kurdistanê heye.”
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê amaje jî daye, “ciwanên me bi xwe karîne hem dahênanan bikin û hem jî tevlî pêşketinên teknolojiyayê li seranserî cîhanê bibin, ev jî tiştekî dilxweşker e û ez gelek bihêvî me ku Kurdistanê dê paşerojeke geş hebe.”
هەموو ساڵێک دەبینم پێشكەوتنی زیاترمان هەیە و خەڵكێكی شارەزا لە كوردستان هەڵكەوتووە، گەنجانمان خۆیان توانیویانە هەم داهێنان بكەن هەم بەشدار بن لە پێشكەوتنی تەكنەلۆژیا كە لە سەرانسەری جیهان هەیە، ئەمەش جێی دڵخۆشییە و ئومێدم زۆرە كە كوردستان ئاییندەیەكی گەشی دەبێت.
— Masrour Barzani (@masrourbarzani) October 7, 2025