Civîna Mezlûm Ebdî û Ehmed Şera bi dawî bû

Navenda Nûçeyan (K24) - Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê û Hikûmeta Sûriyeyê îro civiyan û di civîna xwe tekez li ser bicîhanîna xalên peymana 10ê Adarê kir.
Medyaya girêdayî Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê îro (Sêşem, 7ê Cotmeha 2025ê) belav kiriye, “Civîna di navbera şandeya Rêveberiya Xweser û Hikûmeta Sûriyeyê de li Şamê bi dawî bû, ku çend saetan bi awayekî veşartî berdewam bû.”
Medyaya navbirî amaje jî daye ku, di wê civînê de herwesa behsa çawaniya bicîhanîna peymana 10ê Adarê ya di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Hikûmeta Sûriyeyê de û rewşa vê dawiyê ya Helebê jî hat kirin.
Her wê çavkaniyê eşkere jî kiriye ku, şandeya Rêveberiya Xweser ji Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî, Îlham Ehmed û Rohilat Efrîn pêk hatibû û şandeya Hikûmeta Sûriyeyê jî ji Ehmed Şera û Eshed Şeybanî pêk hatibû.
Di wê civîn de, herwesa danûstandin li ser mijarên siyasî û ewlehiyê di çarçoveya peymana 10ê Adarê de jî hatin kirin.
Wezîrê Berevaniyê yê Sûriyeyê Murhef Ebû Qesra jî her îro li ser hejmara xwe ya tora civakî Xê daxuyaniyek belav kir û tê de got, "Berî demeke kêm, li Şamê, ez li gel Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî civiyam.”
Wezîrê Berevaniyê yê Sûriyeyê amaje jî da, “Me li hev kir ku li hemî enî û xalên leşkerî yên li bakur û bakurê rojhilatê Sûriyeyê agirbesteke berfireh bê ragihandin û ev peyman demlidest bikeve meriyetê."