CENTCOM: Plansazekî pilebilind ê girêdayî Qaîde li Sûriyeyê hat kuştin

Navenda Nûçeyan (K24) – Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihand, di êrîşeke li Sûriyeyê de plansazekî payebilind ê êrîşan ku girêdayî Qaîdeyê bû, hatiye kuştin.

Di daxuyaniyekê de li ser platforma "X", Fermandariya Navendî diyar kir, hêzên wê di 2ê Cotmehê de êrîşek li Sûriyê pêk anî û di encamê de Mihemed Ebdulwehab Ehmed hat kuştin. 

Ehmed weke plansazekî payebilind û endamê koma "Ensar Îslam" dihat naskirin, ku komeke terorîst e û girêdayî Qaîdeyê ye.

Fermandariya Navendî tekez kir, ev operasyon beşek ji hewldanên wan ên berdewam e ji bo armancgirtina serkirdeyên terorîst û têkbirina şiyanên wan ên plansazî û cîbicîkirinê. Herwiha hat destnîşankirin ku Ehmed gefeke rasterast li ser ewlehiya herêmî û berjewendiyên Amerîkayê bû.

Daxuyaniyê li ser zarê Fermandarê CENTCOMê Admiral Brad Cooper got: "Hêzên Amerîkî li Rojhilata Navîn her dem amade ne ji bo têkbirin û şikandina hewldanên terorîstan ên plansazkirin, rêxistinkirin û pêkanîna êrîşan."

Cooper herwiha got: "Hêzên Amerîkî dê berdewam bin li ser parastina welat û parastina şervan, hevpeyman û şirîkên me li herêmê û derveyî wê."

Ev operasyon di demekê de tê ku Washington tekez dike ku ew êrîşên xwe yên li dijî serkirdeyên Qaîdeyê û rêxistinên hevalbendên wê li Sûriye û Iraqê zêde dike, ji bo ku rê li ber dubare avakirina torên wan bigire.

 
Fly Erbil Advertisment