Serokwezîr Mesrûr Barzanî: Paşeroja welat di destên emîn de ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 8ê Cotmehê di merasîmekê de bi giştî 29 avahiyên nû yên perwerdehiyê (25 dibistan û 4 baxçeyên zarokan) ên hikûmî li Hewlêrê vekirin. Di gotara xwe de, Serokwezîr Barzanî tekez kir ku dîtina vê nifşê nû yê jêhatî wî piştrast dike ku paşeroja welat di destên ewle de ye.

Di destpêka axaftina xwe de, Serokwezîr Barzanî kêfxweşiya xwe ji bo beşdarbûna di vê bûyerê de anî ziman û pîrozbahî li xwendekar û mamosteyên hêja kir. Herwiha got: "Ez spasiya mamosteyan dikim ji bo keda wan, sebra wan û xizmeta ku pêşkêşî nifşê nû yê gelê me dikin."

Serokwezîr Mesrûr Barzanî bal kişand ser asta bilind a dibistanên nû û got, "Cihê kêfxweşiyeke mezin e ku em dibînin dibistanek bi vî astê ciwan û bilind hatiye avakirin." Serokwezîr Barzanî bi taybetî spasiya sermayedar Kak Şwan kir ku di avakirina yek ji dibistanan de kedeke mezin daye û hêvî kir ku ev bibe mînakek ji bo sermayedarên din da ku alîkariya sektora perwerdeyê bikin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî da zanîn, ew ji asta xwendekar û mamosteyan gelekî dilxweş e û wiha axivî: "Bi dîtina van xwendekarên çavgeş û mamosteyên xwedî asteke bilind, ez niha gelekî piştrast im ku paşeroja welatê me di destên ewle de ye."

Derbarê çaksaziyên di sektora perwerdeyê de, Barzanî got: "Di demeke kurt de me karî ye asta dibistanan bi awayekî gelekî baş bilind bikin. Ne tenê weke avahî û binesazî, belkû sîstema perwerde û fêrkirinê jî bi rêya dîjîtalkirin û 'E-perwerdeyê' (perwerdeya elektronîk) pêş ketiye û ev yek bandoreke mezin a erênî çêkiriye."

Di dawiya gotara xwe de, Serokwezîr Barzanî careke din spasiya Wezareta Perwerdeyê û hemû kesên ku di pêşxistina vê sektorê de keda wan heye kir û tekezî li ser berdewamiya piştgiriya hikûmetê ji bo sektora perwerde û fêrkirinê kir.

 
 
 

 

Fly Erbil Advertisment