Balyozê Almanyayê: Herêma Kurdistanê faktora aramiya navçeyê ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî îro 8ê Cotmehê pêşwazî li Balyozê nû yê Almanyayê yê li Iraqê Daniel Kreber û şandeke pê re kir.

Di hevdîtinê de, Balyozê nû yê Almanyayê amaje bi peywendiyên dîrokî yên di navbera gelê Kurdistanê û gelê Almanyayê de da û tekez kir ku welatê wî dê weke dost û piştevanê gelê Kurdistanê bimîne. 

Herwiha Balyozê Almanyayê daxwaza xwe anî ziman ku di warên hemahengiya ewlehiyê, aborî û mijara koçberan de, peywendiyên di navbera Almanya û Herêma Kurdistanê de berdewam bin û pêşvetir biçin. Balyoz Kreber tekezî li wê yekê jî kir ku Herêma Kurdistanê li navçeyê faktora aramî û seqamgiriyê ye û divê were piştgirîkirin.

Ji aliyê xwe ve, Serok Barzanî bi xêrhatina Balyozê Almanyayê kir û hêviya serkeftinê jê re xwest. Herwiha, Serok Barzanî pêzanîna xwe ji bo rola Almanyayê ya di piştgirîkirina Pêşmerge de di şerê li dijî terorîstên DAIŞê de nîşan da û pêşwazî li bihêztirkirina peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Almanyayê de kir.

Têkildarî mijara terorê, Serok Barzanî amaje bi wê yekê kir ku rast e terorîstên DAIŞê ji aliyê leşkerî ve têk çûne, lê sedemên serhildana terorê hîn jî mane û got ku reftarkirina bi dosyeya terorê re li Iraq, Sûriye û navçeyê, pêwîstî bi hûrbîniyeke zêdetir û hemahengiya di navbera aliyan de heye.

Proseya aştiyê ya li Tirkiyeyê, geşedanên dawî yên li Sûriyeyê û hilbijartinên Encûmena Nûneran a Iraqê, mijarên din ên hevdîtinê bûn.

 
Fly Erbil Advertisment