Nêçîrvan Barzanî û Hakan Fîdan peywendiyên dualî gotûbêj kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di çarçoveya serdana xwe ya fermî de, Îro 9ê Cotmehê li Enqereyê bi Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fidan re civiya.
Li gor daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, di hevdîtinê de herdu aliyan tekezî li ser daxwaza hevbeş a ji bo pêşxistina peywendiyên Tirkiyeyê yên bi Iraq û Herêma Kurdistanê re kirin. Herwiha, derbarê çawaniya berfirehkirina warên hevkariyê de, nêrînên xwe dan û standin.
Mijareke din a girîng a hevdîtinê, pirsgirêka avê ya di navbera Tirkiye û Iraqê de bû. Derbarê vê yekê de, Serok Herêma Kurdistanê tekezî li ser pêwîstiya hevahengiya di navbera Iraq û Tirkiyeyê de kir, bi awayekî ku rêveberiya avê bikaribe pêdiviyên herdu aliyan dabîn bike.
Rewşa giştî ya navçeyê û hejmarek mijarên din ên girîng ên hevbeş, beşeke din a hevdîtinê bûn.