Sako: Ev 15 sal in Iraqê nekariye mafên civakan misoger bike

Navenda Nûçeyan (K24) - Patiryark û Serokê Kenîseya Kildanan li Îraq û Cîhanê Kardînal Lwîs Sako di daxuyaniyekê de bi helkeftina hilbijartinên Encûmena Nûnerên Iraqê ragihand, “Ev 15 sal in Hikûmeta Iraqê nekariye mafên civakan misoger bike.”
Patiryark û Serokê Kenîseya Kildanan li Îraq û Cîhanê Kardînal Lwîs Sako îro (Pêncşem, 9ê Cotmeha 2025ê) daxuyaniyek bi helkeftina hilbijartinên Encûmena Nûnerên Iraqê weşand û tê de ragihand, "Ez bang li Iraqiyan bi giştî û bi taybetî Xiristiyanan dikim ku tevlî hilbijartinên Encûmena Nûnerên Iraqê bibin û dengê xwe bidin kesên ku bê cudahî xizmeta Iraqiyan dikin. Kesên ku bawerî bi serwerî û tenahiya Iraqê heye.”
Lwîs Sako di daxuyaniya xwe de herwesa got, “Kenîseya Keldanî red dike ku kesên gendel û xwedî komên çekdar li Deşta Neynawayê, yên ku desthilata xwe li ser gund û bajarkên wan sepandiye, nûnertiya civaka Xiristiyanan bikin.”
Navbirî amaje jî da, “Me bi awayekî fermî ji Hikûmeta Iraqê û Komîsyona Hilbijartinan xwestiye ku, destûrê bidin ku Xiristiyan tenê dengê xwe bidin namzetên xwe, da ku ew bikaribin nûnerên xwe yên rastîn hilbijêrin.”
Patiryark û Serokê Kenîseya Kildanan li Îraq û Cîhanê eşkere jî kir, “Mixabin, ev zêdetirî 15 salan ne Hikûmeta Iraqê nekariye mafên civakan ji bo hilbijartina nûnerên xwe yên rastîn misoger bike.”
Lwîs Sako di dawiya daxuyaniya xwe de got, “Tevî êşên xwe, Xiristiyan destan danahêlin û dê bi awayekî cidî bizavê ji bo bidestxistina vî mafê destûrî bikin, ku man û paşeroja wan misoger dike. Kenîseya Keldanî tu kesî paşve naxîne û xwe nade destê zordariyê.”