Ebdirehman Sidîq: Mesrûr Barzanî plana xwe bo jîngehê bi cih anî

Ebdirehman Sidîq
Ebdirehman Sidîq

Navenda Nûçeyan (K24) - Şêwirmendê Jîngehê yê Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê Ebdirehman Sidîq ji Kurdistan24ê re ragihand, “Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji destpêka Kabîneya Nehê ve gelek girîngî daye jîngehê.”

Ebdirehman Sidîq eşkere jî kir, “Niha Hikûmeta Herêma Kurdistanê û şîrketa JICAyê ya Çapanî gelek projeyên girîng ên jîngehê bi cih tînin, wekî projeya rîsaykilîna avrêjên Hewlêrê ji bo avdana Kembera Kesk a Hewlêrê.”

Navbirî herwesa got, “Ji destpêka kabîneya nehê ve, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî girîngiyeke yekcar mezin daye jîngehê, heta di bernameya hikûmetê de ku li parlementoyê hat behskirin û berçavkirin.”

Şêwirmendê Jîngehê yê Encûmena Wezîran ron jî kir, “Di madeya 10ê de, Serokwezîr Mesrûr Barzanî li ser jîngehê bi vê hevokê dest pê kir; “Jîngeh serweta herî mezin a Herêma Kurdistanê ye”. Bi gotineke din, hemî bizavên berê ji bo rakirina jeneratoran pêngavên pir baş bûn, elektrîka 24 saetî pêngaveke pir erênî bû, projeya ava awarte ya Hewlêrê projeyeke pir baş bû, ku li parêzgeh û bajarên din jî tên kirin. Karên pir baş in.”

Ebdirehman Sidîq herwesa ragihand, “Niha gelek bizav hene ku li paşerojê Hikûmeta Herêma Kurdistanê du-sê projeyên stratejîk ên mezin li kêleka van projeyên ku kirine bike. Ew jî ew heft milyon darên ku li Kembera Kesk a Hewlêrê tên çandin, hewceyê avdanê ne, ava wan jî ji avrêjên Hewlêrê tê dabînkirin.”

Navbirî di derheqa projeya rîsaykilînê ya ava Hewlêrê de jî got, “Berî deh salan, şîrketa JICAyê ya Çapanî bi Wezareta Şaredarî û Geştyariyê re xebitî, da ku projeyekê ji bo paqijkirina ava avrêjên Hewlêrê bi cih bînin, lê ew rêkxistin ji ber şerê DAIŞê ji Iraqê vekişiya.”

Şêwirmendê Jîngehê eşkere jî kir, “Ew li sala 2021ê vegeriyan Kurdistanê, niha bizav tê kirin ku hemî ava avrêjên Hewlêrê bê komkirin û rîsaykilîn. Feyde ji wan 10 pondên ku ji bo avdana Kembera Kesk hatine çêkirin tê wergirtin.”

 
 
 
Fly Erbil Advertisment